Li gor nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê ku Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Mensûr et-Turkî wek çavkanî nîşan dide, hûsiyan li ser sînorê Zahranê û Yêmenê êrîşî hêzên ewlehiyê kirin.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku di êrîşê da ji leşkeran Mufrîc Yehya Suweyda el-Kahtanî û Fehd Elî Mihemed Hemze mirin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Koalisyona di serkêşiya Erebistana Siûdî da ji bo hûsî li Yêmenê pêş nekevin, di 26ê adarê da operasyona bi navê "Bahoza Biryardariyê" dabû destpêkirin. Piştî banga rêveberiya Hadî ya ji bo midaxeleyê operasyon di 21ê nîsanê da sekinî û ji bo gelê Yêmenê operasyonên "Vegera Hêviyê" dest pê kirin.