ANKARA
Civîna şûrayê ya salane ya ku her tim di meha tebaxê de li Baregeha Sererkaniyê pêk tê, di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de bi dawî bû.
Biryarên ku di civînê de hatin dayîn piştî erêkirina Serokomar Abdullah Gul hat diyarkirin.
Ji bo Fermandariya Hêzên Bejayî Orgeneral Hulusî Akar, ji bo Fermandariya Hêzên Deryayî jî Koramîral Bulent Bostanoglu hat wezîfekirin.
Ji bo Fermandariya Hêzên Hewayî Korgeneral Akin Oztûrk, ji bo Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan jî Orgeneral Servet Yoruk hat tayînkirin.
Korgeneral Salih Zekî Çolak bû Fermandarê Hêzên Bejayî yê Perwerde û Doktrînê (EDOK), Orgeneral Yalçin Ataman bû Fermandarê Akademiyên Herbê, Orgeneral Ahmet Turmuş bû Fermandarê Artêşa 1emîn û Korgeneral Umît Dûndar jî bû Fermandarê Artêşa 3yemîn.
Korgeneral Yaşar Gûler bû Serokê Sererkanê yê duyemîn, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Mehmet Eren jî wek endamê Şûraya Leşkerî ya Bilind hat wezîfekirin.