Elif Orhan
2017 ж. 02 қазан•Rojanekirin: 2017 ж. 02 қазан
TEHRAN
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar wek vexwendiyê hemtayê xwe yê Îranî Mihemed Baqirî hat Tehranê.
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar bi balafira taybet berêvarê hat Tehranê û Arîkarê Sererkanê Îranê, ji Karên Navneteweyî Berpirsyar Kadîr Nizamî, Balyozê Tehranê yê Tirkiyeyê û Ateşeyê Eskerî Albay Omer Ozgul pêşwaziya Akar ji Balafirgeha Mîhrabadê kirin.
Hat diyarkirin ku Akar û hemtayê wî yê Îranê Baqirî dê sibê piştî merasima eskerî ya ku dê danê sibê bê kirin li ser ewlehiya sînor, têkoşîna dijî terorê û mijarên herêmî de nêrînên xwe bi hev re parve bikin.
Tê plankirin ku Akar bi Serokomar Hesen Rûhanî, Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ê Ewlehiya Neteweyî yê Îranê Elî Şemxanî û Wezîrê Parastinê Emîr Xatemî re jî bê bal hev.