ANKARA
Bihayê benzînê dîsa zêde bû û bi vê zemê lîtreya benzînê ya ku li Ankara, Îstanbul û Îzmirê di navbera 4,83 û 4,84 lîreyî de dihat firotin derket 4,92 û 4,93ê lîreyî. Lîtreya benzîna bêqurşûn a ku bi 4,93 û 4,94 lîreyî dihat firotin jî derket 5,02 û 5,03ê lîreyî. Bihaya mazotê neguherî.
Bihayê lîtreya benzîn û mazotê li gor şert û mercên şirketên belavker, bajar û reqabetê dibe ku li hin deveran bi çend qurişan ferq bike.
Bihayê benzînê herî dawî di 9 tîrmehê de 11 quriş zêde bûbû.