Saziyên belavkirina sotemeniyê bihayê lîtreya benzînê bi qasî 4-5 û ya mazotê jî 6 qurişî zêde kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir lîtreya benzîna bêqurşûn a 95 oktanî ku li Enqere û Îzmirê bi 4,08-4,09 lîreyî dihat firotin piştî zemê bû 4,12-4,13 lîre. Li Stenbolê jî bihaya benzînê ku bi 4,07-4,08 lîreyî dihat firotin bi zemê ve bû 4,11-4,13 lîre.
Lîtreya mazotê ya ku li Enqereyê bi 3,58 lîreyî dihat firotin bi zemê ve bû 3,64 lîre.
Li Stenbolê lîtreya mazotê di navbera 3,51-3,54 lîreyî de dihat firotin û bi zemê ve ajokar êdî lîtreya mazotê ew ê bi 3,51-3,54 lîreyî bikirin. Li Îzmirê jî bihayê mazotê ji 3,53-3,54 lîreyî derket 3,59-3,60 lîreyî.
Saziyên belavkirina sotemeniyê li gor şert û mercên reqabetê li bajaran di bihaya benzîn û mazotê de guherînên biçûk dikin.