Duygu Alhan
10 Adar 2026•Rojanekirin: 10 Adar 2026
Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya der barê pêvajoya şerê bi Îranê ra, bihayê warêlê nefta brent ji 114 dolaran daket 90 dolarî.
Bihayê warêlê nefta brent a ku duh di nav rojê da gihîşt 114,3 dolaran, ji meha hezîranê ya 2022yan vir va bû bihayê herî zêde û rojê bi 86,62 dolaran temam kir.
Tê gotin ji hêla teknîkî va, di nefta brent da 98.03 dolar wekî bihayê berxwedanê û 80.74 dolar jî wekî piştgirî tê şopandin.