ANKARA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, li Enqereyê lîtreya benzîna bioktana 95an ku di navbera 4,31 û 4,32 lireyî de dihat firotin, bi 4,27 û 4,28 lireyî tê firotin.
Li Stenbolê lîtreya benzîna bioktana 95an ku di navbera 4,30 û 4,32 lireyî de dihat firotin, bi 4,24 û 4,26 lireyî tê firotin, li Îzmirê jî lîtreya benzînê ji 4,32 û 4,33an daket 4,27 û 4,28 lireyî.
Bihayên benzînê li gor reqabet û piyasayê li her bajêran diguhere.