Şirketên ku sotemeniyê belav dikin, bihayê lîtreya mazotê nêzî 5 qurişan erzan kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda, lîtreya mazotê ya ku li Stenbol û Îzmirê bi 4,04 lîreyî dihat firotin, bi erzanbûnê ve daket 3,99 lîreyî.
Bihayê sotemeniyê saziyên sotemeniyê eşkere dikin û ev bihabûn jî ji ber reqabet û serbestiya bazarê di nav sazî û bajaran de hinekî diguhere.