Saziyên ku sotemeniyê belav dikin û difroşin lîtreya LPGê bi qasî 25 qûrişan daxistin û bi vî awayî LPG piçek be jî erzan bû.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda, li Enqereyê ji îro şûnde lîtreya LPGê ya ku berê bi 2,78 lîreyî dihat firotin, êdî wê bi 2,53 lîreyî bê firotin.
Lîtreya LPGê li Stenbolê jî di navbera 2,74-2,75 lîreyî de dihat firotin, bi vê daxistinê ve wê êdî di navbera 2,49-2,50 lîreyî de bê firotin. LPG li Îzmirê jî bi 2,73 lîreyî dihat firotin û bi saya daxistinê xwediyê wesaîtan dê lîtreya LPGê êdî bi 2,48 lîreyî bikirin.
Fîrmayên ku bihayê sotemeniyê eşkere dikin, dikarin li gor bajaran guhertinên piçûk bikin û ji ber vê jî lîtreya LPGê li hin bajaran ji hev cuda ye.