Li Herêma Rojhilata Andoluyê hewaya herî sar bi di bin sifirê de 8 pîleyî ve li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin bidestxistin, herêm di bin tesîra hulmegura nizm a ku ji bakurê rojhilat tê de ye û ji ber vê yekê jî hewayê li gor demsalê sartir bibe.
Li herêmê bi şev hewaya herî sar li Agiriyê di bin sifirê de 8 pîle, li Erziromê di bin sifirê de 7 pîle, li Ezircan û Qersê di bin sifirê de 6 pîle, li Erdexanê di bin sifirê de 5 pîle, li Îdirê jî di bin sifirê de 3 pile hat pivandın.
Tê texmînkirin ku li herêmê germahiya hewayê yê wiha be; li Îdirê 11 pîle, li Ezircanê 7 pîle, li Agiriyê 3 pîle, li Qersê pîleyek û li Erdexan û Erziromê jî di bin sifirê de pîleyek.
Li Palandokena navenda xweşiqitandinê bilindahiya berfê 5 santêm hat pîvandin.
Hat ragihandin ku îro li Îdirê şilopeyê, li bajarên xêncî Ezircanê jî berfê bibare û cemedê çêbibe.