ERZURUM
Şanoya Dewletê ya Erzurumê (ŞDE) di çarçoveya tûrneya herêmê de bi şanoya "Merakî"yê dê here Agirî û Vanê.
Nivîskarê şanoya "Merakî"yê Jean Baptiste Poquelin Moliere e, adeptasyona wê Ahmed Wefîk Paşa çêkiriye û derhênerê wê jî Omer Nacî Topçu ye. Şanoyê îro di saet 19.30an de li Navenda Çandê ya Agiriyê bê lîstîn û di 28-29 û 30yê çiriya paşîn de jî li Şanoya Dewletê ya Wanê bê lîstin.
Gerînendeyê ŞDEyê Levent Aras diyar kir ku di çarçoveya tûrneya herêmê de çara ewil çûne Erzîncanê yê vê heftê jî herin Agirî û Wanê.