MARDÎN
Bi saya Projeya Muduriyeta Giştî ya Hunerên Xweşik a girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê, muzîkala "Bi Dengê Dayikan ve Anadolu" ewilîn li Mardînê derkete dikê.
Ekîba "Bi Dengê Dayikan ve Anadolu"yê ji hunermendên koroyên dewletê û lîstikvanên reqsên gel a dewletê ve pêk tê. Ekîba girêdayê Mudiriyeta Giştî ya Hunerên Xweşik a Wezareta Çand û Tûrîzmê li Navenda Çandê a Ataturk a Mardînê derkete dikê. Di muzîkalê de jinan kilam û girînên diya bûkê yên dawet û şeva heneyê gotin.
Walî Ahmet Cengîz diyar kir ku muzîkal di "Roja Têkoşîna bi Tûndiya li ser Jinan re" hat lîstin û ev tiştekî girîng e û got ku em dixwazin ku malbat li zarên xwe xwedî derkevin.
Kordînatora Giştî ya muzîkala Bi Dengê Dayikan ve Anadoluyê Aşkin Gunayê jî got ku dengê dayikan gihandin hemû Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em Tirkiye ne. Ji ber vê jî ev kilam û gotinên me ji başûr heta bakur, ji rojhilat heta rojava yên me ne, rastiyên me ne."
Gunayê got ku tiştekî kurmancî cara ewil li ser dika Mudiriyeta Giştî ya Hunerên Xweşik a Wezareta Çand û Tûrîzmê tê nîşandan û wiha got: "Em welatekî wisa ne ku gel wek goşt û hestî bûne yek. Em bawer dikin ku di "Roja Têkoşîna bi Tûndiya li ser Jinan re" de me dengê dayikan ji Mardînê gihand hemû Tirkiyeyê."
Hat ragihandin ku muzîkal dê di 27ê çiriya paşîn de li Kîlîsê, di 28ê çiriya paşîn de jî li Gazîantepê bê lîstin û di mehên çileya pêşîn û çileya paşîn de jî dê li Tirkiyeyê derkeve tûrneyê.