04 Mijdar 2015•Rojanekirin: 05 Mijdar 2015
ANKARA
Li herêmên Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anadoluyê ku bikaranîna dengên "blok" hatin rojevê, hejmara wan sindoqên ku HDPê di 7ê Hezîranê da ji sedî 95 û berbijor deng stendibû, di hilbijartina giştî ya 1ê Mijdarê da, ji sedî derdora 35an hate xwarê.
HDPê li herêmên Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anadoluyê, di hinek sindoqan da, di 7ê Hezîranê da ji sedî 95 û berbijor deng sitendibû, di hilbijartina giştî ya 1ê Mijdarê da, bi gorî encamên nefermî, him di hejmara sindoqan û him jî di rêjeya deng stendinê da ji sedî derdora 35an xisirî.
Hejmara sindoqên ku di 7ê Hezîranê da ji sedî 95 û berbijor dengên HDPê ji wan derketibûn, 3 hezar û 34 bûn, di 1ê Mijdarê da ev hejmar bi qasî hezar û 42an kêm bû û daket hezar û 996an, dengên wê jî ku 639 hezar û 385 deng bûn, bi qasî 222 hezar 559 jê kêm bû û daket 416 hezar û 826an.
Li gorî encaman, herî zêde li Agiriyê hejmara sindoqan hate xwar. Li bajêr, hejmara wan sindoqên ku di 7ê Hezîranê da ji sedî 95 û berbijor deng jê derketibûn, 286 bû, di 1ê Mijdarê da ev hejmar daket 74an. Li navçeya Yenîşehirê ya Diyarbekirê jî HDPê di 25 sindoqan da ji sedî 95 û berbijor deng stendibû lê ev hejmar jî di 1ê Mijdarê da dakete 4an.
Li Erzirom, Tuncelî, Şanliurfa û Adiyamanê, hejmara sindoqên ku rêjaya wan ji sedî 50 û berbijor bû kêm bû. Li Erdexan, Sêrt, Batman, Bîngol, Bidlîs, Îdir û Mûşê jî ji sedî 35-40 kêm bû.
Hatina xwarê ya vê rêjeyê li herêmên Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anadoluyê, ji rêjeya hatina xwarê ya dengan zêdetir bû û sedema wê jî bi tedbîrên ewlehiyê yên di hilbijartina 1ê Mijdarê ve hate girêdan.
Tê nirxandin ku dengdêran ji ber van tedbîrên ewlehiyê dengên xwe bi şiklekî azad li gora îradeya xwe avêtine.
Li hinek cihên herêmê jî li gora hevberkirina 7ê Hezîran û 1 Mijdarê jimareya sindoqan zêde bûn. Li navçeya Îpekyoluyê ya Wanê, hejmara wan sindoqên ku ji sedî 95 û berbijor deng jê derketibûn, ji 3yan derket 19an, li navçeya Tuşpayê ya wê parêzgehê jî ji 2an derket 12an.
Ji aliyê din ve, li parêzgehên weke Hekarî, Şirnex, Mêrdîn ku ji 4 mehan virde êrîşên terorî pêk tên, rêjeyeke wisa berbiçav ji hejmara dengan nehate xwarê.