TURKSAT dê şirketên herî mezin ên feza û peykê yên Tirkiyeyê bîne bal hev

Ankara
Aktorên herî hêzdar ûn ekosîstema feza û peykê yên Tirkiyeyê dê di "Foruma Serdema Nû ya Pêwendîdariyê" ya ku dê TURKSAT AŞ di 19ê hezîranê da li Enqereyê li dar bixe da bên bal hev.
Li gor daxuyaniya şirketê sazî, şirketên pêşîkêş û serokên teknolojiyê yên ku rê didin ber vîzyona feza û peykê yên Tirkiyeyê dê bi mazûvantiya TURKSATê bicivin.
Foruma tê payîn ku Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu jî beşdar bibe dê di 19ê hezîranê da li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Congresîumê ya Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê (ATO) bê lidarxistin.
Di çarçoveya foruma ku di stratejiya pêwendîdariyê ya Tirkiyeyê da qonaxek e da dê aktorên herî hêzdar ên ekosîstema feza û peykê yên Tirkiyeyê bên bal hev û mijarên krîtîk ên dê ji sektorapeykê heta stratejiyên hilberîna xwemalî rê bidin sektorê bên guftûgokirin.
- TURKSAT 7A û piştî wê dê bê guftûgokirin
Di hevdîtina da stratejîk a ku dê bi pêşîkêşiya şirketê bê kirin da dê teknolojiyên Tirkiyeyê yên der barê peykên GEO (jeosenkron), LEO (rêgeha nizim) û MEO (rêgeha navîn) bên axaftin.
Di Forumê da digel TURKSAT 7A û projeyên peykê yên nifşa nû yên piştî wê, sînerjiya tora bejayê-peykê, rola stratejîk a hilberîna xwemalî û hewcehiya regulasyonê dê bi berfirehî bê nirxandin û di forumê da di heman demê da dê ji bo hevkariya navbera sektoran da firsendên nû derkevin.
Digel saziyên wekî Serokatiya Pîşesaziyê, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê (TUA), Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê (BTK), TUBÎTAK, TUSAŞ, ASELSANê dê şirketên Tirkiyeyê yênd i vê qadê da, fîrmayên feza û peykê yên xwemalî, akademîsyan, saziyên AR-GEyê dê beşdarî forumê bibin. Form dê hemû paydarên sektora taybet û kamuyê bîne bal hev û di stratejiyên feza û peykê yên Tirkiyeyê da bibe rêber.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.