Önder Beyter
2018 ж. 13 қаңтар•Rojanekirin: 2018 ж. 14 қаңтар
DAKAR
Aktîvîstê benînî Kemî Seba ku bi berteka xwe ya dijî emilandina pereyê serdema mêtînkariyê li welatên Afrîkaya Navîn va tê naskirin, bertek nîşanî helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump da û wiha got, "Trump, rûyê genî yê barbariya rojava ye."
Seba di tebaxa 2017an da li Dakara paytexta Senegalê bertek nîşan dabû ku welatên Afrîkaya Naverast hê jî pereyê serdema mêtînkariyê diemilînin û 5 hezar banqnodê CFA şewitandibû ku ev yek bibû sedema qeyrana siyasî. Seba rexne li gotina Trump a ku li Qesra Spî di civînekî da ji bo penaberên ji welatên Amerîkaya Latîn û Afrîkayê gotibû, "Ji welatên kerax tên", girt.
Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî Seba nêrîna xwe wiha îfade kir, "Daxuyaniyên xinzîrê kovî Trump, bû sebeb afrîkayiyên ku hêviyê ji Amerîka û Rojava dikin, ji xewê hişyar bin. Trump, rûyê genî yê barbariya rojava ye. Divê neyê jibîrkirin ku şaristaniya Amerîka û Rojava li ser afrîkayiyên ku bi komkujiyê kirin kole, hatiye damezirandin."
- Berteka Mugabe
Serokomarê Senegalê Macky Sall di serî da gelek rêveber û brokratên ji Afrîkayê bertek nîşanî gotinên Trump ên ji bo penaberan dabûn.
Serokê berê yê Dewleta Zîmbabweyê Robert Mugabe jî di îlona 2017an da li civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ji ber ku bela xwe li herkesî dixe, Serokê Amerîkayê Donald Trump şibandibû Qralê Amalîkayê Calûtê ku di serdema Hezretî Dawud da jiyaye û bi zilm û zordestiya xwe tê zanîn, kiribû û ji bo Trump gotibû "Calûtê Dêw".