TÛNİS
Hat ragihandin ku ji sedî 57 sandoqên hilbijartinê vebûn. Partiya Nîda Tûnisê ji sedî 39, Tevgera Nahdayê ji sedî 33, Partiya Kongreyê ya Komarê ji sedî 5.8, Tevgera Afakê ji sedî 5.3, Eniya Gel ji sedî 4.3, Partiya Ji Bo Tûnisê Yekîtî ji sedî 3.3 deng girtin.
Li Tûnisê di saet 07.00an de sindoq vebûn û piştî dengdayînê di saet 18.00an de hatin girtin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tûnisê diyar kir ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 61,8 e. Hat ragihandin ku ji derveyî welêt, rêjeya tevlîbûnê ji sedî 29 e.