2016 ж. 23 желтоқсан•Rojanekirin: 2016 ж. 24 желтоқсан
ROMA
Hat ragihandin ku Anîs Amirê welatiyê Tûnisê yê ku şikbarê êrîşa li Berlîna paytextê Almanyayê ye li Mîlanoya bajarê Îtalyayê bi polêsan ra kete pevçûnê û hat kuştin.
Li gor xebera ANSAya ajansa nûçeyan a Îtalyayê, polêsan destê sibê li Sesta San Gîovanniyna navçeya Mîlanoyê ji bo kontrolkirina nasnameyê şikbar dan sekinandin û li ser vê şikbar bi polêsan ra kete pevçûnê.
Di nûçeya ANSAyê da hat destnîşankirin ku şikbar nexwestiye ku nasnameya xwe nîşan bide û ji çenteyê xwe debançeya xwe derxistiye û bi polêsan ra ketiye pevçûnê û hatiye kuştin. Di xeberê da hat diyarkirin ku şikbarê ku hat kuştin Anîs Amirê şikbarê êrîşa Berlînê ya ku tê da 12 kes hatibûn kuştin e.
Rojnameya Corriere della Serayê jî nivîsî ku Amir ji Fransayê bi tirênê hatiye Îtalyayê, li ser şikbarê ku hat kuştin bilêtek derketiye.
Li bendê ne ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Îtalyayê Marco Mînnîtî der barê mijarê da daxuyaniyê bide