Li bajarê Lecceya Îtalyayê ku wekî Floransaya başûr tê pênasekirin, yekemîn Zanîngeha Îslamê ya welat amadehiya perwerdeyê dike.
Serok û damezirînerê Weqfa Zanîngeha Îslamê Giampiero Khaled Paladini di civîna xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku li navenda Lecceyê dê di cotmehê de dest bi dayîna dersên teolojiyê bikin û hedefa wan jî ew e ku tevî muxalefet û hin astengiyên din ên li herêmê di nava sê salan de kampûsa zanîngehê ava bikin.
Karsaz Paladiniyê ku sê sal berê hat ser dînê Îslamê destnîşan kir ku li Lecceyê ji bo kampûsê, febrîqeya titûnê ya ku di salên 1980yî de hatiye terikandin guncaw e. Dîsa hat destnîşankirin ji bo zanîngeha ku dema amade bû dê biqasî 5 hezar xwendekarî perwerde bike du cihên din jî tên nirxandin.
Çapemeniya herêmî jî diyar kir Zanîngeha Îslamê ya ku tê plankirin li Lecceyê were ava kirin, dê di qada xwe de li Ewropayê bibe yekemîn. Rojnameya Quotidiano di Pugliayê di nûçeya xwe de ragihand ku Zanîngeha Îslamê dê di nava 3 salan de fakulteya ziraet û tibê jî veke.
Komeke ku li herêmê li hemberê vê projeyê derdikeve jî dibêje bajarê ku lê Katolîkên Romen dijîn ji bo projeyeke bi vî rengî ne amade ye. Endamê meclisa Şaredariya Lecceyê Severo Martini di daxuyaniya xwe ya ku da rojnameya Corriere della Sera of Milanê de diyar kir ku tevî Kuweytê hin welatên Kendavê vê projeyê fînanse dikin û ev jî dibe sedema hin fikaran.
Partiya muhafazakar Forza ya di serokatiya Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi jî tevî nîqaşên Zanîngeha Îslamê bûn.
Endamê meclisa şaredariya herêma Apuliayê ya di rêveberiya Forza Italiayê de Luigi Mazzei got ku wan jî ji şaredarê Lecceyê projeya kampûsa Zanîngeha Îslamê bihîst û wiha domand: "Ji ber ku planeke li ber çêkirinê ye, zehmet e ku meriv li ser mijarê fikrê xwe îfade bike. Teqez em destûrê nadin zanîngeheke ku dê Misilmanan mehkûmê gettoyan bike."