Ezmûna Perwerdeya Bilind (YGS) a ku ji bo qeyda zanîngehan qonaxa ewil e, qediya.
Ezmûn li hemû bajarên Tirkiyeyê, hin navendên navçeyan û Lefkoşaya paytextê Qibrîsê hat kirin. YGSyê di saet 10.00an de dest pê kir û 160 deqîqe ajot. Ji bo ezmûnê 2 milyon û 46 hezar û 583 xwendekaran serî lê dabûn.
- Encamê wê li ser înternetê bên eşkerekirin
Piştî ezmûnê OSYMyê 32 pirsên ezmûnê li ser înternetê eşkere bike. Pirsên din jî dema ku encamên ezmûnê hatin eşkerekirin wê di nav 10 rojan de li ser hesabê OSYMyê (ais.osym.gov.tr) bê eşkerekirin.
Encamên ezmûnê wê ji namzedan re neyê şandin. Namzedên ku ketin ezmûnê wê bi jimara nasnameyên xwe ya TCyê û bi şîfreyên xwe ve bikevin navnîşana OSYMyê ya https://sonuc.osym.gov.tr yê û li wir encama ezmûnên xwe hîn bibin.
Namzedên ku ji ezmûnê herî kêm 180 pûan û zêdetir bistînin heke bixwazin wê bikaribin bikevin ezmûna LYSyê. Serlêdanên LYSyê jî wê di navbera 8 û 21ê nîsanê de bên kirin.