ANKARA
Encamên Ezmûna Ji bo Perwerdeya Bilind (YGS 2014) eşkere bûn.
Namzed bi nimreyên nasnameyên xwe yên T.Cyê û bi şifreyên xwe ji malpera OSYMê dikarin encaman hîn bibin. Belgeya Encama Ezmûna YGSê ya 2014an dê neyê çapkirin û dê ji navnîşanên namzedan re neşînin.
Kaxiza bersivan yên namzedên ku ketin ezmûnê pişt re dê ji bo wan bê vekirin û dê namzed bikarin bersivên xwe bibinîn. Namzed dê bi nimreya nasnameyên xwe yên T.Cyê û bi şifreyên xwe ji navnîşana https://ais.osym.gov.tr ya OSYMê bikaribin hîn bibin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên OSYMê hatin bidestxistin, Navend îsal dê navên kesên ku 500 tam puxan sitandine diyar neke. Navendê piştî ku ji namzedan destûr sitand dê agahiyê wan parve bike.