Li gor Sîstema Bicihkirin û Hilbijartina Xwendekaran (OSYS) namzedên ku ji ezmûna YGSê ya 23ê adara 2014an herî kêm 180 û hê zêdetir puan stendine heke bixwazin, dê bikaribin serî li Ezmûna Bicihkirina Lîsansê (LYS) bidin.
Namzedên ku dixwazin bikevin vê ezmûnê divê ji 21ê nîsanê heta 30ê nîsanê serî li LYSê bidin. Dema serlêdanê dê neyê dirêjkirin.