2016 ж. 01 сәуір•Rojanekirin: 2016 ж. 03 сәуір
ANKARA
Serîlêdana Îmtihana Bicîkirina Lîsansê (LYS) ya ku namzedên zanîngehê ew ê têkevinê dest pê kir. Serîlêdanê di 14ê nîsanê da bidawî be.
Li gor daxuyaniya ku di malpera OSYMyê da hat weşandin, xwendekarên ku di Îmtihana Derbasbûna Perwerdeya Bilind (YGS) 180 puan sitandine dikarin serî li LYSyê bixin.
Dibê namzed ji îro pê va hetanî 14ê nîsanê serî li OSYMyê bixin. Kesên ku li navendên OSYMyê serî lêxin dikarin hetanî 14ê nîsanê saet 17.00an, yên ku ew ê li ser malperê serî lê bixin jî ew ê hetanî 14ê nîsanê saet 23.59an serîlêdana xwe temam bikin.
Îmtihana LYSyê ew ê li 81 bajar û Lefkoşeyê bê kirin. Namzed ku bixwazin dikarin li heman navendê bikevin hemû îmtihanan.