13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 15 Nîsan 2016
ANKARA
Serlêdanên Ezmûna Bicihkirinê ya Lîsansê (LYS) îro bi dawî dibe.
Li gor agahiya ku ser malpera Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) hat weşandin, namzed li navenda serlêdanê îro heta saet 17.00an û li ser malpera OSYMyê jî heta saet 23.59an dikarin muameleyên xwe çêbikin.
Li gor encamên Ezmûna Derbasbûna Zanîngehê (YGS) a 2016an, namzedên ku ji YGSyê herî kêm 180yî hildabin dikarin serî li LYSyê bidin.
Li navendên 81 bajarî û Lefkoşayê wê ezmûn bê kirin. Namzed wê li heman navendê bikevin rûniştinên cuda yên ezmûnê.