OSYMyê demên serlêdana ezmûnên ku dê sala were bên kirin eşkere kir.
Li gorî vê, ezmûna derbasbûna perwerdehiya bilind di 23ê adarê de bê kirin, serlêdan jî di navbera 02-15 çileya paşîn de bên girtin. Ezmûna Diyarkirina Asta Zanîna Zimanê Biyanî (Serdema Biharê) dê di 6ê nîsanê bê kirin, serlêdan jî di 03-12yê sibatê de bên girtin. Ezmûna hilbijartina personelên kamûyê yên Astengdaran (EKPSS) dê di 27 nîsanê bê kirin, serlêdan jî di 24 sibat û 7ê adarê de bên girtin. Ezmûna ALESê (Serdema Biharê) di 11yê gulanê de bê kirin, serlêdan jî di 10-19yê gulanê de bên kirin.
Serlêdanên ezmûna bicihkirina Lisansê ku dê di 14-15 û 21-22yê Hezîranê de bê kirin, serlêdan jî di 21-30yê nîsanê de bên kirin.
Serlêdanên Ezmûna Hilbijatina Personelên Kamûyê (KPSS Lîsans) û KPSS Zanîna Qada Mamostetiyê (OABT) dê di 5-14yê gulanê de bên girtin. Ezmûna KPSSê 5-6ê tîrmehê, OABTê jî dê di 13yê tîrmehê de bên kirin.
Ezmûna ji pêşlîsansê derbasî lîsansê dibin, dê di 19yê tîrmehê de bê kirin. Serlêdana vê ezmûnê jî dê di 26ê gulanê û 6ê hezîranê de bên girtin.
Serlêdanên Ezmûna Diyarkirina Qada Zanîna Zimanê Bîyanî (Serdema Payîzê) jî dê di 30yê hezîranê û 9ê tîrmehê bên girtin. Ezmûn jî di 6ê îlonê dê bê kirin.
Serlêdanên asta dibistana navîn û peşlîsansê a KPSSyê jî di 30yê hezîranê û 16yê tîrmehê de bên girtin. Ezmûna pêşlîsansê a KPSSyê di 27ê îlonê, ezmûna asta dibistana navîn jî di 28ê îlonê de dê bê kirin.
Ezmûna ALESê ya serdema payîzê jî di 23ê çiriya paşîn dê bê kirin. Serlêdanên ALESê jî dê di 22yê îlon û 1ê çiriya pêşîn de bên girtin.