ANKARA
Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) da zanîn ku dîroka qeydên li zanîngehan bi biryara Lijneya Birêvebir ya Hîndekariya Bilind talûqê 2-6 îlon 2013an bûye.
Di daxuyaniya ku di malpera OSYMê de cih girtiye, hat bibîrxistin ku tercîhên zanîngehan jî di 8ê tîrmehê de dest pê kir û heya 18ê tîrmehê jî dê bidome.
Hat gotin ku heya îroj 107 hezar û 500 endam tercîhên xwe dane û piştî ku tercîhdayîn xelas bin, dê di dema herî kurt de encam bên eşkerekirin.
Di daxuyaniyê de wekî din hat gotin ew kesên ku bicihbûna wan teqez bibe dê bikaribin dîrok û navnîşana cihê qeydê di ekrana encamê ya 2013OSYSê de bibînin. Ji bo vê yekê jî bila zanîngehên me beriya 16ê tîrmehê dema qeydan û navnîşanên zanîngehên xwe ji me re bişînin. Vê yekê jî bila dîsa bi şîfreya xwe ya berê ya ku me ji bo karên kilavûzê dabû wan, bikin.