Nihat Kavşut
10 Hezîran 2017•Rojanekirin: 10 Hezîran 2017
ANKARA
Di Ezmûna Bicîbûna Lîsansê da rûniştina zanistanên civakî (LYS-4) dest pê kir.

Li 81 bajarên Tirkiyeyê û li Lefkoşayê ezmûn di saet 10.00an da dest pê kir.
Bi tevahî 538 hezar 885 kesî serî li ezmûna LYSê daye.

Ezmûna testên rûniştina zanistên civakî wê 135 deqîqe biajo.
Di LYS-4ê da testên dîrok, erdnîgarî-2, felsefe û zanista exlaq û çanda dînî hene.