Türkan Tosun
01 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
ANKARA
Rûniştina duyemîn a Testên Têrdariyê ya Qadê (AYT) ya Ezmûna Saziyên Perwedehiya Bilind (YKS) a ku namzedên zanîngehê dikevinê dest pê kir.
2 milyon û 19 hezar û 853 namzedên ku serî li AYTyê dabûn.
Namzed di 108 hezar û 470 salonên 6 hezar û 746 avahiyan de ketin ezmûnê.
Ji namzedan di testa Ziman û Edebiyata Tirkî - Zanistên Civakî-1ê da 40, di testa Zanistên Civakî-2yê da 40, di testa Mîmatematîka da 40 û di testa Zanistên Fenê da jî 40 pirs wê bên pirsîn.
Ezmûn wê 180 deqîqe dewam bike.
Rûniştina ewil a Testên Têrdariyê ya Bingehîn (TYT) ya YKSyê duh çêbibû.
Encamên YKSyê wê di 31 Tîrmehê de bên eşkerekirin.