19 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
ANKARA
Di çarçoveya Azmûnên Bicihkirina Lîsansê (LYS) da ezmûna matematîkê ya ku di 10.00an da dest pê kir, di 12.15an da kuta bû.
Azmûn li Tirkiyê navenda 81 bajaran û li Lefkoşaya Qibrisê hat kirin, 863 hezar û 176 namzed ketinê.
Azmûn di rûniştinekê da hat kirin û 135 deqqan dewam kir.
Ji 50 pirsên matmatîkê 75 deqe, ji bo 30 pirsên geometriyê jî 60 deqe wext dan namzedan.
Namzed li gor serlêdanê wê di 25ê hezîranê roja paşînê serê sibê bikevin LYS-2 Zanyariyên Zanistî (Fen Bilimleri), piştî nîvro jî bikevin ezmûna LYS-5 zimanê biyanî. 26ê hezîranê roja yekşemê jî wê bikevin ezmûna LYS-3yê beşa edebiyat-cografyayê.