Serokwezîrê Tunisê Hebîb es-Sayd piştî operasyonê li paytex Tunisê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê êrîşê de agahî dan.
Sayd wiha axivî: "Di êrîşa Muzeya Bardoyê de jê 17 tûrîst, kesekî ewlehiyê, kesekî sîvîl û 2 terorîst bi giştî 21 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn."
Sayd got ku ev êrîş çalakiyeke terorê ya tirsonek e û 5 terorîstên ku êrîş kirin jê 2 kes jî hatine kuştin. Sayd daxuyand ku nasnameya terorîstan hê nehatiye eşkerekirin.
Sayd daxuyand ku Serokomar El-Bacî Kaîd es-Sîbsî jî ji bo ku der barê êrîşê de agahiyan hilde hat Qesra Hikûmetê.