TÛNIS
Li Tûnisê wê sibê hilbijartinên giştî werin kirin û tê texmînkirin ku wê 5 milyon û 200 hezar hilbijêr biçin ser sindoqan.
Li Tûnisê wê dengdayîn şeveqê di seet 7.00an de dest pê bike û heta 18.00an dewam bike. Dengdayîna hilbijartinê wê li 24 bajêran û li 27 herêmên hilbijartinê were kirin.