MÛSIL
Hat ragihandin ku li Mûsila bajarê Iraqê, milîtanên DÎŞIyê êrîşê kesên ku beşdarî merasima cinaze ya efserê ku wan kuştibû kir. Milîtanên DÎŞIyê bi dehan kesên ku beşdarî merasimê bûn, bin çav kirin.
Ji giregirên êşîra herêmê Mûhsîn el-Cebbûrî diyar kir ku DÎŞIyê di nav de efser Abdulazîz Alî el-Cebbûrî jî gelek kesan darde kir. Cebbûrî got ku milîtanên DÎŞIyê êrîşê merasima cinazeya efser Alî el-Cebbûrî kir û wiha dewam kir: "Dema merasim dihat lidarxistin milîtanên DÎŞIyê bi 6 wesayitan hatin qada merasimê. Êrîşê xwediyê cinazeyê kirin û zêdetirî 60 kes binçavkirin."
Li Iraqê ji ber nebûna desthilatdariyê ev demeke alozî heye. Di meha hezîranê de milîtanên DÎŞIyê ketin herêmê û kontrola herêmê bi dest xist. Li herêmê şerê di navbera hêzên ewlehiyê û milîtanên DÎŞIyê de berdewam dike. Herwiha ev demeke balafirên şer ên DYAyê jî ji hewayê ve êrîş dibin ser hedefên DÎŞIyê.