Şerê di navbera rêxistina terorê DÎŞI û hin komên kurd de, li Kobanêya bajarê Helebê berdewam dike.
Şerê di navbera her du aliyan de êvarê gurtir bû. Vê sibehê herêm bêdeng e. Rêxistina DÎŞIyê ya ku dixwaze deriyê sînor bi dest bixe, li navenda Kobanê êrîşê xwe didomîne.
Dûmana ku ji herêma şer ber bi esmên ve hildikişe, ji Sirûca navçeya Şanliurfayê ya li ser sînor tê dîtin.
Di vê navberê de firokeyên şer ên koalisyona ku serkêşiya wê DYA dike, li herêmê ji bo kifşkirina hedefên DÎŞIyê firiyan.