Şerê di navbera rêxistina terorê DÎŞI û hin komên kurd yê li herêma Kobanê berdewam dike, her diçe li aliyê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê gurtir dibe.
Milîtanên DÎŞIyê bi topên hawanê êrîş birin ser hedefên komên kurd.
Firokeyên şer ên koalisyona ku serkêşiya wê DYA dike jî li herêma ku ji bo kifşkirina hedefên DÎŞIyê difiriyan mewziyên DÎŞIyê yên nêzî sînor bombe kirin.
Dûmana ku ji herêma şerên kuçeya lê berdewam dike ber bi esmên ve hildikişe, ji Sirûcê tê dîtin.