Li Tûnisê ji bo hilbijartina serokomarê nû dengdayînê dest pê kir.
Navendên hilbijartinê li gor saeta herêmî di 08.00an de vebûn. Li ber navendên hilbijartinê tewdîrên ewlehiyê hatin girtin.
Ji bo serokomariyê 27 kes bûn namzed û wisa tê texmînkirin ku ji 5 milyonan zêdetir kes jî dê deng bidin.
Komîteya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Tûnisê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber ewlehiyê hin navendên hilbijartinê saet ji 09.00an hetanî 14.00an dê vekirî bimînin.
Ji ber kêmasiya ewlehiyê li hin herêman jî dengdayîn dê hetanî saet 18.00yan dewam bike.
Tê gotin ku di hilbijartinê de ji namzedan, Serokomarê Tûnisê yê niha Mihamed Mûnsîf el-Merzûkî û yan jî Serokê Partiya Nîda Tûnisê (Dengê Tûnisê) El-Bacî Kaîd es-Sîbsî dê biserkevin.
Di hilbijartina parlementoyê de partiya ku herî zêde ray hildabû Partiya Nîda Tûnisê bû.