Erebîstana Siûdî, ji ber ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) nikare li ewlehî û aştiya dinyayê baş xwedî derkeve endamtiya bihorbar a Konseyê qebûl nekir.
Daxuyanî ji aliyê Wezareta Karên Derve yê Erebîstana Siûdî ve hat dayîn û li ser ajansa nûçeyan a fermî SPAyê jî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Neteweyên Yekbûyî nikare li ewlehî û aştiya dinyayê baş xwedî derkeve û bi taybetî jî li ser mijarên Filistîn û Sûriyeyê serkeftî nîne.
Erebîstana Siûdî di daxuyaniya xwe ya ku weşand de destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî êdî der heqê çareserkirina cudatî, şer û pevçûnên ku li dinyayê diqewin de ji heq nayê der û bi taybetî jî NY di mijara Sûriye û Filistînê de tu serkeftinek nîşan nedaye.
Endamên Bihorbar a KENYê yên demsala 2014-2015an duh hatin hilbijartin. Di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de piştî 1ê Kanûna paşîn dema endamtiya Azerbaycan, Gûatemala, Fas, Pakistan û Togoyê bi dawî dibe. Ji ber vê jî duh 5 welatên ku dê di cihên wan de cih bigrin hatin hilbijartin. Di encama hilbijartinê de Nîjerya, Çad, Erebîstana Siûdî, Lîtvanya û Şîlî ji bo 2 salan hatibûn hilbijartin.