Hat ragihandin ku li Sûriyeyê di operasyonên hêzên Esed de 2 heb zarok 3ê jî jin bi tevahî 50 kes mirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên rejîmê li dijî muxalifan operasyonan pêk tînin. Hat ragihandin ku li banliyoyên Şamê 18, Deyrû'z Zor û Xûmûsê 9, Hemayê 6, Raqayê 5, Îdlibê 2 û li bajarê Derayê 1 bi tevahî 50 kes mirin.
Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Serokê Şaxa Ewlehiyê ya Leşkeriyê ya Sûriyeyê Albay Semîr Elî Muhemed û Fermandarê Tumena 17emîn General Ala Receb bi destê hêzên biçek hatiye kuştin.