CÎDDE
Hat diyarkirin ku Wezîrê Parastina Misrê û Serokê Serekaniyê Abdûlfettah es-Sîsî, bi têlefonê li Prensê Welîahtê Erebîstana Siûdî Salman Bîn Abdûlazîz geriya û ji ber ku piştgirî dane derbeya Misrê jê re spas kir.
Li gor nûçeya ajansa SPAyê ya fermî ya Erebîstana Siûdî, Sîsî di têlefonê de bi Prensê Welîaht re axivî û ji bo piştgiriyên Qral Ebdullah spasiyên xwe anî ziman.
Di nûçeyê de ji bilî van hat diyarkirin, Sîsî ji ber hewl û piştgiriya ku Qral Ebdullah dide gelê Misrê û xebatên wî yê ji bo ewlehî û aramiya Misrê jî pîroz kir.
Qralê Erebistana Siûdî Ebdullah di daxûyaniyên xwe yê berê de got: "Em Misrê li hemberê terorÊ diparêzin, ew kesên ku dixwazin li Misrê fitnekariyê derxin, em bi Misrê re li dijî wan in."
Sisî ji bo van daxûyaniyan ji Qralê Erebistana Siûdî Ebdullah re spas kir.