ŞANGHAY
Li başûr û başûrojhilata Çînê piştî barana guj lehî rabû û hezaz qewimî. Ji ber vê yekê jî ji hefteya borî ve hejmara mirovên wenda û mirî ji 200î derbas bû.
Hat daxuyandin ku ji ber bagera Utorê baran zêde bariya û li eyaleta Guangdongê 20 kes, li eyaleta Hunanê 9 kes û eyaleta Guangşiyê jî 6 kes mirin. Ji aliyê din ve Guangdongê 7 kes hê jî wenda ne.
Li gor agahiyan li eyalata Guangdongê li 18 bajaran 19 hezar mal hilweşiyan û di 7 hezar malan de jî xisareke mezin çêbûye. Li gorî vê yekê xisara bagera Utorê bi qasî 800 mîlyon dolarî ye.
Televizyona Navendî ya Çînê îlan kir ku başûrojhilata welat li 3 eyaletan hejmara miriyan derkete 85an û 105 welatî jî wenda ne.
Li eyaletên başûrojhilat Heylongcîang, Lîaonîng û Cîlînê jî 60 hezar malan de xisara mezin çêbûye û 360 hezar kes ji herêma bobelatê bi lêz hatin xelaskirin. Di encama bobelatê de 800 hezar donim zeviyên çandî di bin avê de man û ji ber vê yekê xisara aborî derkete 2,6 milyar dolaran.
Rêveberiya Navenda Meteorolojiyê ya Çînê da zanîn ku li herêmên başûr û başûrojhilat dê çend rojên din jî şilî bibare.