ŞARM EŞ-ŞÊX
Serokomarê Misrê Ebulfettah es-Sîsî diyar kir ku ji zîrweyê biryara avakirina "Hêza Hevpar a Ereban" derket.
Sîsî di rûniştina girtinê ya 26emîn Zîrweya Yekîtiya Ereban ya ku li bajarê Şarm eş-Şêxê hat li dar xistin de axivî û diyar kir ku rêgeza avakirina Hêza Hevpar a Ereban hat qebûlkirin û ji bo vê armancê di rojên pêşiya me de sererkanên welatên endam dê ji bo nîqaşkirina hûrguliyên mijarê li hev bicivin.
Sîsî destnîşan kir piştî ku sedemên pirsgirêka "ewlekariya neteweyî ya ereban" hat kifşkirin, ev biryar ji zîrweyê derket û wiha pê de çû:
"Zehmetiyên mezin ên ku miletê Ereb rûbirû dimîne berpirsiyariyê jî zêdetir dike. Serokên ereban rêgeza avakirina Hêza Hevpar a Ereban qebûlkirin. Di bin çavdêriya sererkanên welatên endam de mijara avakirina Hêza Hevpar a Ereban ji hemû aliyan ve divê were nîqaşkirin û tîmeke payebilind were avakirin."