ANKARA (
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got: "Em ne bi birêz Ocalan re û ne jî bi Qendîlê re di mijara Pêvajoya Çareseriyê û pêvajoya aştiyê de ji hev cihê nafikirin. Divê çek bên danîn û di vê meseleyê de fikra me yek e."
Demirtaş beşdarî civîna hevserokên bajaran a ku li navenda giştî ya partiyê hat lidarxistin bû û bersiva pirsan da.
Rojnamegerekî got: "Alîkarê Serokwezîr Akdogan gotibû 'Demirtaş tevlî Qendîlê dixwaze ku Ocalan bê tesîr bike, îdiayên wiha hene' gelo hûn ji bo vê çi dibêjin?" Hevserokê Giştî yê HDPyê Demirtaş pirs bersivand û diyar kir ku uslûba ku di siyasetê de tê bikaranîn pir girîng e, ne bi tenê reqîbên siyasî, divê hemû xelk di uslûba li hemberî hev bi kar tîne de bi baldar be û wiha pê de çû: "Me heqaret li tu kesî nekir û em nakin jî. Heqê tu kesî jî tuneye ku heqaretê li me bike. Herî ewil divê berdevkên hikûmetê, serokwezîr, serokomar di vê meseleyê de hay ji uslûba xwe hebin. Em bi heman awayî bersivê nadin. Em aktorên ku pêvajoya çareseriyê birêve dibin, aktorên ku piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê, hetanî îro qet eleqeya xwe bi hev nekir û em ji îro pê ve jî eleqeya xwe bi hev nakin. Lê hûn ji bo pêşbaziya desthilatiyê û meseleya parvekirina serdestiyê de pirsgirêk derketin û ji ber vê jî hûn bi hev ketine. Ji kerema xwe ew perçebûna ku ketiye navbera we neavêjin ser me. Em ne bi birêz Ocalan re û ne jî bi Qendîlê re di mijara Pêvajoya Çareseriyê û pêvajoya aştiyê de ji hev cihê nafikirin. Divê çek bên danîn û di vê meseleyê de em wek hev difikirin. Lazim e ku di çarçoveya 10 xalan de guftûgo bên kirin. Me di navbera xwe de ji bo Pêvajoya Çareseriyê û aştiyê nîqaş kir gelo em çawa dikarin tevkariyê bikin."