31 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
CENEVRE
Hat gotin ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstura heyeta Komîteya Bilind a Mizakereyê (MYK) ku ji mixalifên sûriyeyî pêk tê, bi kutakirina hevdîtinan va tehdît kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên mixalif hat hildan Mîstura îro li otêlê bi heyeta MYKê ra hat bal hev. Mîstura di hevdîtinê da ji heyetê ra got ku heke ew di bin banê NYê da beşdarbûna hevdîtinan qebûl nekin, pêvajoya ku dest pê kiriye bê wate ye û ew ê sibê bibêje ku hevdîtin kuta bûn.
De Mîstura û heyeta MYKê îro li otêla ku lê dimînin, hatin bal hev. Heyet piştî vê hevdîtinê bi nûnerên Grûba Desteka Sûriyeyê ya navneteweyî û nûnertiya NYê ya Fransayê ra hat bal hev.