ÎSTANBUL
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyê (SMDK) diyar kir ku heger li şûna rejîma Esed hikûmeteke bihorbar bê avakirin dê beşdarî Konferansa Cenewre-2ê bibin.
Li Îstanbûlê der barê konferansê de civînek hat li dar xistin û SMDKyê di encamnameya civînê de wiha daxuyanî da, "Biryara beşdarbûna konferansê di Lijneya Giştî ya SMDKyê de hat gotûbêjkirin. Hat qebûlkirin ku heger li şûna rejîma Esed hikûmeteke bihorbar bê avakirin dê beşdarî Konferansa Cenewre-2ê bibin."
Ji bilî vê jî, di encamnameyê de hat diyarkirin, ji bo ku xebat û hewldanên bo hikûmeteke bihorbar bê damezirandin û bi ser bikeve, divê rejîma Esed li gor biryarên navteweyî tevbigere.
Di vê navberê de 8 endamên Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyê tevlî SMDKyê bûn û hejmara endamên Konseyê di SMDKyê de bû 11 kes.