Abdullah Tel
2018 ж. 04 қыркүйек•Rojanekirin: 2018 ж. 05 қыркүйек
ANKARA
Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalif ên Sûriyeyê (SMDK) Ebdurrehman Mistefa daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura yên der heqê Îdlibê da rexne kir û got ku heke rejima Beşşar Esed û piştgirên wî êrîşî ser Îdlibê bikin wê berdêleke giran bidin.
Serokê SMDKyê Mistefa daxuyanî da nûçegihanên AAyê û daxuyaniyên Mistura yên li ser Îdlibê bi îfadeyên tund rexne kir.
Mistefa destnîşan kir ku daxuyaniyên Mistura pêbaweriya jê tê hêvîkirin ji holê radike û wiha pê da çû: "Daxuyaniyên Mistura pêbaweriya jê ji holê radike. Ew divê bertekê nîşanî planên rejimê û amadehiyên operasyona eskerî ya li ser Îdlibê bide û bala li ser wê derê zêde bike lê di şûna vê da wî bi daxuyaniya xwe ewlehiya 3 milyon mirovên li Îdlibê xist nav talûkeyê.
Îdlib di nav sînorên herêma kêmkirina rageşiyê da cih digire û hemû hewlên ji bo parastina wê bê dayîn di heman demê da wê ji bo parastina sivîlan be. Rejim û mutefîqên wê di şûna çareseriyên siyasî da dixwazin xala eskerî bikin rewacê."
Mistefa got ku eskerên muxalif ên li Îdlibê li hemberî komên radîkal serfiraziyeke baş nîşan dan û ew ji ber îhtimala êrîşên rejim û piştgirên wî jî niha amade ne.
Serokê SMDKyê Mistefa ragihand ku heke rejim û piştgirên wî dema êrîşî ser Îdlibê bikin wê berdêleke giran bidin.
Mistura di daxuyaniyeke xwe ya hefteya borî da gotibû ku li Îdlibê tevlî malbatan bi qasî 10 hezar mensûbên rêxistinên terorê yên El Nusra û El Qaîdeyê hene û ji bo ku xelqê li wê derê dijî derbasî qadeke biewletir bibe divê korîdorek bê vekirin û ji bo vê jî pêşniyazek dabû.