Türkan Tosun
2018 ж. 04 қыркүйек•Rojanekirin: 2018 ж. 05 қыркүйек
ÎDLIB
Balafirên şer ên Rûsyayê li Îdliba bajarê Sûriyeyê eniyên muxalifan û cihên ku sivîl lê dijîn bombebaran dikin.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan, balafirên şer danê nîvro êrîşî rojavayê Îdlibê û bakurê bajarê Hemayê kirin.
Çavkaniyan got balafirên şer ên Ûris li rojavayê Îdlibê Cîsîr eş Suxur, Bîsenkul, Xanî, Înneb, Sirmaniyye û herêma Zeyzunê ya li bakurê Hemayê êrîşî eniyên muxalifan û cihên ku sivîl lê dijîn kirin.
Mala çavdêriyê ya balafiran a muxalifan li ser medyaya civakî wiha got: "3 balafirên şer ên Ûris yên ji baregeha eskerî ya Himeymîmê rabûn heta niha 20 êrîş kirin."
Êrîşên balafiran dewam dikin, der barê hejmara mirî û birîndaran da hê agahî tune.
Îdliba di destê komên biçek ên dijî rejimê û muxalifên eskerî da ye di 4-5ê Gulana 2017an da di civîna Astanayê da wek "herêma rageşî divê bê kêmkirin" hatibû îlankirin. Lê rejim û hin caran jî Rûsya êrîşên esmanî dibin li ser herêmê.