Dinya

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê 70 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand, ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kesên ku îro hatin kuştin derket 70yî.

Safiye Karabacak  | 01.12.2023 - Rojanekırın : 01.12.2023
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê 70 kes hatin kuştin

Ankara

Piştî ku "navbera însanî" qediya ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê 70 Filistînî hatin kuştin û piranî jin û zarok gelek kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê êrîşên Îsraîlê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin piştî ku "navbera însanî" qediya di navbera 3 saetan da ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê 70 Filistînî hatin kuştin û piranî jin û zarok gelek kes jî birîndar bûn.

Li Xeta Xezeyê “navbera însanî” ya ku 24ê Mijdarê di saet 08.00an da ketibû rewacê û hefteyek e dewam dikir, îro şeveqê bi dawî bûbû.

Piştî ku "navbera însanî" qediya, balafirên şer yên Îsraîlê êrîşî herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın