Türkan Tosun
2018 ж. 04 қыркүйек•Rojanekirin: 2018 ж. 04 қыркүйек
BEXDA
Serokê Koalîsyona Wataniyeyê Îyad Ellawî bangî komên li meclisê kir ku bila bilez diyalogeke neteweyî bikin, lewra rewşa heyî nikare li parlamentoyê muxalefeteke rastîn çêbibe.
Ellawî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da anî ziman duh li meclisê serok û alîkarên serok nehatine hilbijartin û wiha dewam kir: "Ji bo berjewendiyên welêt ên girîng û îstiqrarê divê Koalîsyona Avahî û Reformê, Îttîfaqa Kurdistanê û Koalîsyona Avahiyê bilez bên bal hev û dest bi hevdîtinên neteweyî bikin."
Ellawî got divê hikûmeteke ji nav û mewqiyan dûr bê avakirin û wiha dewam kir: "Rewşa heyî nahêle ku muxalefeteke rastîn û bitesîr çêbibe. Ji bo welêt pêş bikeve divê her kes berpirsyarî tevbigere."
- Serokên koalîsyonê yên ketine Meclîsê wê bicivin
Piştî daxuyaniya Ellawî Mihemed Elî Zeynî wek endamê meclisê yê herî temen mezin rûniştina meclisê bi rê va bir û got serokên koalîsyonê yên ku ketine Meclîsê wê civînekê bikin.
Piştî hilbijartina meha Gulanê çêbûbû meclis cara ewil li hev civiya, lê serok û alîkarên serok nehatin hilbijartin. Biryara koalîsyona herî mezin a ku wê hikûmetê ava bike jî nehat dayîn.
- Niqaşên der barê koalîsyona mezin da
"Saîrun"a bi serokatiya Muqteda Sedr, "Nasir"a Serokwezîr Heyder el Ebadî, "Hikmeta Neteweyî" ya ji pêşengên şiî Ammar el-Hekîm, "Wetaniye"ya Îyad Ellawî û hin komên biçûk bi navê "Avahî û Reform" koalîsyonek ava kiribûn û gotibûn ev koalîsyona herî mezin a meclisê ye.
Piştî daxuyaniya wan Serokwezîrê berê û serokê Partiya Dozê Nurî el Malîkî û serokê Koalîsyona Fetihê Hadî Amîrî jî civîneke çapemeniyê ya hevpar kiribûn û gotibûn wan jî bi navê "Koalîsyona Avahiyê" koalîsyoneke mezin ava kiriye.
Di meclisê da kîjan kom xwedî koalîsyoneke mezin e ev mijar hê jî tê niqaşkirin. Hin kes dibêjin Dadgeha Federal a Iraqê divê mijarê eşkere bike û biryarekê bide.