Abdullah Tel
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
WASHINGTON
Koalîsyona dijî DEAŞa rêxistina terorî ya bi pêşengiya Emrîkayê ragihand dibe ku konvoy û milîtanên DEAŞê yên di çarçoveya peymana navbera Hizbullah, rejima Sûriye û DEAŞê da pêk hat û bi vê sayê ber bi rojhilatê Sûriyeyê va diçin, bombebaran bikin.
Berdevkiya koalîsyonê li ser pirsa nûçegihanê AAyê yê der heqê konvoya DEAŞê ya li ser sînorê Sûriye-Libnanê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Koalîsyonê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ew alîgirên peymana di navbera Hizbullah, rejima Sûriye û DEAŞê da hat kirin û di wê çarçoveyê da milîtanên DEAŞê wê bi otobêsan ji ser sînorê Libnan-Sûriyeyê ber bi rojhilatê Sûriyeyê va bên sewqkirin, nînin.
Daxuyaniyê da wiha hat gotin: "DEAŞ rêxistineke terorî ya kurewî ye, çêkirina peymanê bi hin kesên din re û sewqkirina terorîstan ji cihekî bo cihekî din ne çareseriyeke mayînde ye. Ji ber çi operasyonên eskerî yên koalîsyonê li Sûriyeyê hewce dikin, ev yek tam jî vê nîşan dide."
Wesayitên ber bi konvoyê va diçûn hatin berterefkirin.
Hat ragihandin ku heta niha koalîsyonê konvoya DEAŞê bombebaran nekiriye lê wesayitên ber bi konvoyê va diçûn û hat tespîtkirin aîdê DEAŞê ne bi bombebaranê berteref kirin. Ji bilî vê jî hat gotin ku ji bo milîtanên DEAŞê zêdetir neyên sewqkirin rêya di navbera herêma Ebû Kemal û Hamaymayê da jî bi bombebaranê hat xerakirin.