ÎSTANBÛL
Berdevkê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KNŞMS) Lûey es-Safî diyar kir ku ji bo beşdarbûna civîna Cenewre-2yê hin şert û mercên wan hene. Safî, li Îstanbûlê di otêlekê de civîna çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku ji bo çareseriya rewşa Sûriyê û beşdarbûna konferansa Cenewre-2yê nameyeke ku şert û mercên KNŞMSyê tê de cih digirin ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn re hatiye şandin.
Hat diyarkirin ku di nameyê de hatiye xwestin ku dorpêçiya li ser bajarokên Şamê bên rakirin, bi taybetî jî ji bo herêma Xûms û Gûtaya Rojhilatê alîkariya mirovahî bê kirin û bomberandin jî rawestin.
Ji bilî van tiştan di nameyê de ji bo serbestberdena welatiyên sivîl ên ku jin û zarok jî di nav de hene û ji aliyê artêşa rejimê ve hatine girtin divê bi leşkerên dîl re bên guhertin û bomberandina Helebê di serî de li bajarên din jî ku ser welatiyan de dibarînin bê sekinandin.