Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglu ji bo beşdarî Xebata Bêçekirin û Pêşî li Belavbûna Nukleerê Girtinê (NPDI) bibe, çû bajarê Hîroşîmaya Japonyayê. Davutoglû berî 8emîn civîna wezîran, çû serdana kuştiyên bombeya atomê.
Malovaniya mêvanan Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Fûmîo Kîşîda kir û bi hev du re çûn serdana bîrdariyê cangoriyên Hîroşîmayê, kulîlk danîn li ser bîrdariyê.
Wezîran di serdana zêdetirî 200 hezar cangoriyên ku bi bombeya atomê mirin de, hêviyên xwe yên ji bo pêşerojê anîn ziman û gotin ku em hêvî dikin cardin bûyerên bi vî şiklî neqewimin. Wekî xatira qulingên ku nîşaneya cangoriyên Hîroşîmayê ne dan wezîran.
Pişt re wezîrê mêvan û Davûtoglu li muzeya ku texrîbata piştî bombeya atomê pêk hatiye radixe ber çavan geriyan.
Jina hîroşîmayî ya bi navê Keîko Obûya ya ku dema bombeya atomê di 8ê tebaxa 1945an de avêtin 8 salî bû, bûyerên dilsoj ên piştî ku bombe ket qewimîn ji wezîran re vegot.
Li ser navê Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglu, Wezîrê Karên Derve yê Awustralyayê Jûlîe Bîshop, Wezîrê Karên Derve yê Almanya Frank-Walter Steînmeîer, Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Frans Tîmmermans, Wezîrê Karên Derve yê Filipînê Albert F. Del Rosarîao û Serokdewletê Yekîtiya Mîrektiyên Ereban Siltan El Caber digel erkdarên welatên endam û rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî merasimê bûn.