Midûrê Madena Somayê Akin Çelîk, endezyar Yalçin Erdogan, Ertan Ersoy û Selçûk Demîrcî, alîkarê midûrê muhasebeyê Alî Ulu, amirê wardiya ewlekariyê ya madenê Yasîn Kurnaz û amirê wardiyayê Hîlmî Kazik piştî jêpirsîna wan a li dozgeriyê, li gor madeya TCKyê ya 85/2yê ya ku dibêje "Bi qusûrê ve bûne sedema mirina gelek kesan" ji bo ku bên girtin şandin hakimiya nobedar.
Ji bersûcan midûr Akin Çelîk, endezyar Yalçin Erdogan û Ertan Ersoy, amirê wardiya ewlekariyê ya madenê Yasîn Kurnaz û amirê wardiyayê Hîlmî Kazik hatin girtin. 8 bersûcên din jî bêyî girtin bên darizandin serbest hatin berdan.
"31 dozger di jêpirsînênê de dixebitin"
Serdozgerê Serokomariyê ya Akhîsarê Bekir Şahîner li ber derê Dadgeha Somayê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxuyand ku HSYKê ji Îzmir, Balikesîr, Bergama, Manîsa, Akhîsar, Soma, Kirkagaç û Saruhanê bi giştî 28 dozger wezîfedar kir û 3 dozgerên navçeya Kirkagaçê ve jî ev hejmar derket 31an.
Şahîner got ku dozgeran bi lez dest bi xebatên xwe kirin, kesên mirî tên muayenekirin û otopsî tên kirin. Şahîner daxuyand ku bûyer ji ber teqîna trafo ye jî derneketiye.